Ji Pêşmerge bo YPG û PKKê hişyariyeke tund!

Ji Pêşmerge bo YPG û PKKê hişyariyeke tund!

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge hişyariyeke tund da hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û got: “Bila ev cara dawî be ku bûyereke wisa diqewime.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn îro li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku duh bi şev çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê rojavayê Kurdistanê bi rêyeke qaçax hewl dane derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Serbest Lezgîn diyar kir ku 8 endamên YPGê hewl dane bi rêya qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û  hêzên Pêşmerge ji endamên YPGê daxwaz kirine ku vegerin, ji wan 3 kes vegeriyane û 5 kes li wir mane.

Lezgîn eşkere kir ku piştî çend demjimêran hêzeke YPGê ji nav Sûriyê, demjimêr 04:00ê serê sibehê êrîşî ser xaleke Pêşmerge kiriye û êrîşeke dirindane û bi çekên giran hatiye kirin û heta saetek û nîv şer berdewam bû û Pêşmerge neçar bû ku xwe biparêze.

Serbest Lezgîn diyar kir: “Em weke Wezareta Pêşmerge li vê derê radigihînin ku em vê bûyerê gelek şermezar dikin û bi tundî red dikin.”

Lezgîn eşkere kir: “Em bi navê Wezareta Pêşmerge daxwazê ji hêzên Hevpeyaman dikin, li ser vê bûyera ku şevê din rûdaye, helwesta xwe diyar bikin û bi tundî şermezar bikin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn destnîşan kir: “Em aştîxwaz in, em naxwazin şerên nû çêbibin, ew kêşe û alozî û aborî û qeyranên ku li Kurdistanê û di nav xelkê me de heye mixabin ji encama gelek faktoran çêbûye, ser van hemû kêşe û alozî û qeyranên hene, qeyraneke din jî li me zêde bibe.”

Serbest Lezgîn rexne li gotinên Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî girt û destnîşan kir: “Mixabin Mezlûm Ebdî duhî tweetek belav kir û aşkere kir ku hêzên PDKê êrîşî gerîla kiriye, ev berevajî ye, dûr e ji rastiyê û Mezlûm Ebdî û hevalên Mezlûm Ebdî baş dizanin ku ew azad nînin di axaftinên xwe de, di boçûnên xwe de, di daxuyaniyên xwe de.”

Lezgîn eşkere kir: “Hemû xelkê Kurdistanê dizanin, ne ew bûyera li Amêdiyê çêbû, bûyerên berê jî hemî wext her hêzên gerîla û çekdarên PKKê êrîş kirine ser xala Pêşmerge.”

Herwiha diyar kir: “500 gundên me pirtir zerermend bûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê wextê ku dest bi xizmetguzarî û avadaniyan kiriye, salên borî dîsa hêz û çekdarên PKKê rêgir bûn ku destê avadaniyê negihîje wan gundan.”

Serbest Lezgîn diyar kir: “Em dubare dibêjin YPG cara dawî be ku we curet daye xwe ku hûn bên êrîş bikin ser xalên Pêşmerge, li ser sînorî, an jî li devera Sihêla.”

Lezgîn eşkere kir: “Em hêvîdar in, ev rûdana dawî be û çi rûdan li dûv neyên.”

Fly Erbil Advertisment