Li Diyarbekirê mînîbûsa rêwiyan qulipî û 7 kes birîndar bûn
7 kes birîndar bûn

Diyarbekir (K24) – Li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê mînîbûseke rêwiyan qulîpî û di encama bûyerê de 7 kes birîndar bûn.
Li ser riya Riha û Diyarbekirê li nêzîkî duryana halê mînîbûseke rêwiyan saet derdorê 09.20an ji rê derket û ji dîwareke nêzî 3 metre bilind qulîpî ser riya Riha û Diyarbekirê.
Di qezayê de tevî rêwî 7 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên destpêkê rewşa birîndaran baş e.
Rê ji bo demekê ji hatûçûnê re hat girtin. Piştî rakirina mînîbusê rê dîsa ji çûnehatê re hat vekirin.