ENKS: Komên çekdar ofîsên me dişewitînin
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand; komên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî ofîsên ENKSê dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand; komên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî ofîsên ENKSê dikin.
ENKS îro çarşemê 16ê Kanûna 2020an bi daxuyaniyekê diyar kir; tevî şermezarkirina gelek hêz û partiyên siyasî û gelê Kurd, komên çekdar ên ser bi ewlehiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) car din êrîşî ofîsa Partiya El Wehde ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) ku endama ENKSê ye, kirin û herwiha bi molotofan êrîşî ofîsa Partiya Yekîtiya Kurdistanê-Sûriye ya li Kobanî hat kirin.
Di daxuyaniya ENKSê de hatiye diyarkirin ku ev kiryar nêzîkbûna Kurdan dike armanc.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kiryarên bi vî rengî şermezar dike.
Duh roja sêşemê 15ê Kanûnê, Ofîsa ENKS ya li Amûdê ji aliya çend kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû şewitandin, ku di encamê de Ala Kurdistanê jî şewitî.
Herwiha roja 13ê Kanûnê jî ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û gulle lê hatibûn barandin û kelûpelên di hundirê wê de jî hatibûn şikandin.