Zarokên ji Rojava di pêşbirka matematîkê de bûn yekemîn

Bilind pileya yekemîn ser asta dewletên rebî, Serkan jî pileya yekemîn ser asta Sûriyeyê bi dest xist.

7 zarokên ji Rojava beşdarî qaremaniya bîrkarî dibin
7 zarokên ji Rojava beşdarî qaremaniya bîrkarî dibin

Ekrem Salih (K24) - 7 zarokên kurd yên ji rojavayê Kurdistanê beşdarî qaremaniya bîrkariyê (matematîk) bûn. Malbat dibêjin, "Tevî rewşa aloz ew dikarin rewşeke aram ji zarokên xwe re peyda bikin."

Zarokên kurd li ser asta Sûriye û hemû welatên erebî beşdarî pêşbirka bîrkariyê bûn. 

10 zarok ji wan 7 kurd in ser navê Sûriye beşdarî qaremaniya hişî ya erebî bûn. Wan pileyên baş û bilind bi dest xistin. 

Bilind pileya yekemîn ser asta dewletên rebî, Serkan jî pileya yekemîn ser asta Sûriyeyê bi dest xist.

Di nav wan de zarokên ji Efrînê jî hene.