ENKS: Kêr gihişt hestî û divê PKK û YPG bersiva van pirsan bide

"Amediye li Başûr e. Pêşmerge ne çûye li Şemzînan, Amed û Colemêrgê û li wan deran êriş nebiriye ser PKK..."

Wêne: Nûnerê ENKS Ebdilkerîm Mîranî û OfÎsa ENKS ya li Rojava hatiye sotin
Wêne: Nûnerê ENKS Ebdilkerîm Mîranî û OfÎsa ENKS ya li Rojava hatiye sotin

Hewlêr (K24) - Nûnerê ENKS yê Herêma Kurdistanê Ebdilkerîm Mîranî êrişên PKK û YPG şermezar kirin û got, "Kêr gihişt hestî."

Mîranî bersiva pirsên Kurdistan24ê da û got, "Ji destpêka avakirina partiya wan heya îro gelo armanca wan rizgarkirin û hebûna Kurdistanê ye yan jî armanca wan hilweşandina hebûn û destkeftiyên kurdan e!? Divê ew caba vê pirsê bidin"

Beşek ji axaftina Nûnerê ENSK Mîranî wiha ye:

"Tiştê îro li rojava û başûrê Kurdistanê rû didin heger tu ji zarokekî sava jî bipirsî dê bibêje, Ev dikeve ber xizmeta dagirkerên Kurdistanê û dijminên kurdan.

Rasterast xizmeta dijminên Kurdistanê ye. Heger tu berê xwe didî daxûyanî û şiroveyên berpirsên Herêma Rojavayê Kurdistanê mesela birêz Mezlûm Ebdî, daxûyaniyên wî ne wek gotinên wî (yên di civînên yekrêziyê de) ne. Niha dibêje, 'Pêşmerge êriş biriye ser gerîlla (PKK) li devera Amediye.' Ev bixwe xwe têk dibe. Pêşmerge li ser axa xwe ne. Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê ne. Belê Gare û Amediye li başûr in. Pêşmerge ne çûye li Şemzînan, Amed û Colemêrgê û li wan deran êriş nebiriye ser gerîlla. 

Bi rastî kiryar û êrişên wan diyar dikin ku naxwazin hebûna kurdistanê parastî be. Armanca wan hilweşandina Kurdistana Başûr e. Divê hemû partiyên Kurdistanî bi yek deng hesaba vê ji PKK bipirsin û pêjin 'Çima hûn êrişa Pêşmerge bikin.' 

Li Rojavayê Kurdistanê jî astengiya peyda dikin da ku kurd neçin pêş. Van çend mehên dawî me bi piştevaniya Frensa û Amerîka gotibêj bi hev re kirin. Me hinek qonax jî derbas kirin. Lê hêdî hêdî hinek serkirdeyên wan hinek gotarên ku bibin asteng belavkirin. Van rojan e jî dest bi şewitandian ofîsên ENK û partiyên di bin sîwana ENKS de dişewitînin. 

Baş e tu ji bo çi hevpeymaniyan bi ereban re dikî!? Her wesa bi farisan re dikî, dixwazî bi tirkan re jî bikî! Tu li rojavayê Kurdistanê bi hemû aliyan re dikî lê tu bi Encûmena Niştimanî ya Kurd tu qebûl nakî.

Ji vê helwesta wan diyare naxwazin hebûna kurdî hebe. Ev xizmeta me û pirsgirêka kurdî nake û xelkê kurd qebûl nake. Me wekî ENSK bi salan e nermayî hilbijartiye. Da ku xelkê me derbeder û tepeser nebe. Lê mixabin van her girjî hilbijart, her êrişî bingeh, endam û ofîsên me kirin. Rêveber û serkirdeyên me kirin di zindanan ve. Gelek ji wan winda kirin, heya niha çarenivîsa wan ne diyar e û kesek nizane li ku ne û çi lê kirine. Ser hindê re jî em dibêjin em ê danûstadinan bikin. Wekî serok Barzanî gotiye, "10 salan danûstandin ji rojeka şerî çêtir e.

Bi rastî îro kêr giha ser hestî. Ev kiryar nema tên qebûlkirin. 

Baş e Şingal parçeyeke ji Herêma Kurdistanê û ser bi Iraqê ve ye. Û sîstemeke federal heye. Neteweyên Yekgirtî ev sînor tespît kirine. Herwiha sînorên Tirkiye û Sûriye jî wisa ne. Tu nikarî van sînoran rakî. Berê PKK digot, "Emê van sînoran rakin. Baş e te sînor ranekirin. Te Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî çênekir. Wekî te behs kiriye. Îro aramiyek li başûrê Kurdistanê heye û sîwaneke navdewletî jêre heye. Biryareke navdewletî heye. Ne PKK û ne aliyeke din nikarin vê tecrûbeyê ji holê rakin. Bila ev ji we re diyar bin.

Ew karê li Şingalê jî dikin ne di xizmeta Kurdistanê de ye. Baş e tu Pêşmerge û xelkê resen ê Şingalê qebûl nakê. Lê tu Heşda Şebî qebûl dikî. Heşda Şebî dûhî bû hatiye Kerkûk dakir kir, bi hezaran Pêşmerge şehîd û birîndar kirin. Vêca ev tiştên tê kirin xizmeta Kurdistanê nakin. Ev divê lêvegerekê ji bo xwe çêbikin. Ji bo çi bêaramiyê peyda dikin û kêşeyan çêdikin!?

Heger xwe kurd dizanin gereke van karan nekin. Em herdem dibêjin, "Em li dijî şerê birakûjiyê ne. Em li dijî şerê kurdan ê navxweyî ne. Rast e ew jî kurd in lê ev kiryarên ew dikin, dikevin bin xizmeta dijminên kurdan."