Kurdên Rojava li kempê Roja Ala Kurdistanê pîroz dikin

Îro (17yê Berfenbarê) roja Ala Kurdistanê ye. Sibê jî Roja Koçberan a Navneteweyî ye. Herdu roh îro bi hev re hatin pîrozkirin.

Çalakiya Roja Ala Kurdistanê, Kempa Dara Şikran, Duhok.
Çalakiya Roja Ala Kurdistanê, Kempa Dara Şikran, Duhok.

Penaberên ji rojavayê Kurdistanê li Kempa Dara Şikran, Roja Ala Kurdistanê pîrozkirin.

 Sebaret bi pîrozbahiyê li Navenda Qedrîcan a Çanda Civakî çalakiyek pêk hat. Ev navende ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve ye. 

Îro (17yê Berfenbarê) roja Ala Kurdistanê ye. Sibê jî Roja Koçberan a Navneteweyî ye. Herdu roh îro bi hev re hatin pîrozkirin.

Rêvebera Navenda Qedrîcan Siheyla Mihemed ji Kurdistan24ê re got, "Me ji bo Roja Ala Kurdistanê û Roja Koçberiya Navneteweyî, ji bo niştecihên kempê û ji bo hemû rêkxiraw û navendên hazir me şahiyek li dar xistiye. Belkî em bikarin kêf û şadiyekê bêxin di dilê wan de.

Di çalakiyê dê gotar bên xwendin, stran bên gotin, helbest bên xwendin û dawê bên lîstin.

 

Fly Erbil Advertisment