Tundûtûjiya li hember jinan di karantina koronayê de zêde bûye

Jinek jî sebaret bi vê pêvajoyê dibêje, "Heger hûn baş lêbikolin hûnê bibînin ku ew zilamên ku li hember jinan tûndiyê bikartînin ekseri kesên nezan û ne xwende..."

Tundûtûjiya li hember jinan di karantina koronayê de zêde bûye
Tundûtûjiya li hember jinan di karantina koronayê de zêde bûye

Stenbol (K24) - Di çarçoveya bergiriyên li hember vîrûsa koronayê de li tevahiya cîhanê bi qasî ku ji destê mirovan tê di mal de dimînin û dewlet jî welatiyên xwe hertim bo vê yekê han didin. Lê belê ev biryar taybet bo jinên ku ji aliyê hevserên xwe ve rastî tûnd û tûjiyê, kêşeyên mezintir derdixe holê.

Yek ji van kêşeyan jî ew e ku bi vê biryarê ev jin neçar dimînin ku ligel wan kesên ku li hember wan tundiyê bikartînin zêdetir dem derbas bikin. Herwiha derket holê ku di karantînayê de li tevahiya cîhanê tundûtûjiya li hember jinan bi awayekî derasayî zêde. Herçiqas amarên fermî nehatibin ragihandin jî li gor amarên rêxistinên parastina mafên jinan li Tirkiyê di vê sala dawî de bi hezaran jin rastî tûndiyê hatine û 362 jin jî hatine kuştin.

Derûnnas Volkan Taha Şeker dibêje, "Herçiqas di maweya pandemiyê de mayîna di malê de wekî bergiriyeke bo xwe parastina ji nexweşiyê bê destnîşankirin jî taybet jinên ku ji aliyê hevserên xwe tûndiyê dibînin vê maweyê gelekî zehmettir derbas dikin. Li gor lêkolînên li ser dema karantînayê hatine kirin, di vê proseyê de di mal de tûndûtûjiya li ser jin û zarokan bi awayekî -aborî, fizîkî, dîjîtal û dest dirêjî gelekî zêdetir bûye."

Ligel pipsoran welatî jî baldikêşin ser yasayên tûndiyê û dibêjin; ji ber ku yasayên bo rêlibergirtina tûndiyê nayên karîgerkirin hejmara kesên ku tûndiyê li hember jin û zarokan bikartînin zêdetir dibe. Herwiha bi hişmendiya zilaman mezinkirina zarokan dîsa li ser zêdebûna vê tûndiyê bandoreke mezin dike.

Jinek jî sebaret bi vê pêvajoyê dibêje, "Heger hûn baş lêbikolin hûnê bibînin ku ew zilamên ku li hember jinan tûndiyê bikartînin ekseri kesên nezan û ne xwende. Di proseya karantînayê de mixabin tûndî jî zêde bû. Yek ji seddemên girîng jî perwerdehiya dayîk û bavan ya li ser zarokan e. Dayîk û bav hertim kurên xwe bi hişmendiya pederşahî mezin dikin û ev yek jî dibe sedem ku ji zaroktiyê ve zilam bi wê hişmendiya serdest mezin bibin."

Li gor amaran ne tenê li Tirkiyê li tevahiya cîhanê taybet di proseya pandemiyê de ji ber zêde dem derbaskirinê pevçûn û nîqaşên navbera jin û mêran de zêdetir bûye ev yek jî dibe sedem ku tûndûtûjiya li hember jin û zarokan bigihîje asteke berz. Komele û rêkxistinên jinan jî daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de bo rêlibergirtina tûndiya li hember jin û zarokan gavên pêwîst bên e avêtin.