Putin: Berî sivikatîkirina li bawermendan, divê îhtimala bertekan bifikirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna xwe ya çapemeniyê ya salane de behsa bertekên li hember karîkaturên kovara Charlie Hebdo ya Fransî kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna xwe ya çapemeniyê ya salane de behsa bertekên li hember karîkaturên kovara Charlie Hebdo ya Fransî kir, ku sivikatî li pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed kiribû.

Vladimir Putin îro 17ê Kanûna 2020an civîna xwe ya çapemeniyê ya salane li dar xist û ragihand: “Derbarê sînorê navbera azadiya derbirîna ramanan û rêzgirtina hestê bawermendan de, dema azadiya kesên din dest pê dike, azadî li wî sînorî radiweste.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin herwiha destnîşan kir: “Di dema sivikatîkirina hestê bawermendan de, divê tu bertekên li hember xwe bifikirî. Lê bertek, nabe dijminkarî be, tevgerên dijminkarî di olan de tine.”

Putin eşkere kir: “Nabe berteka li ser mafên bawermendan, bibe sedema bêparbûna wan a ji jiyanê.”

Fly Erbil Advertisment