Li Kerkûkê nehiştin Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin
Heta ew Ala Kurdistanê ya di destê peykerê Pêşmerge de jî hatiye rakirin û li şûna wê, ala Iraqê hatiye danîn.
Kerkûk (K24) – Îro 17ê Kanûna 2020an sala sêyem e ku xelkê Kerkûkê ji pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê bêpar dimînin.
Piştî dagirkirina bajarê Kerkûkê û hatina milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bo nav bajêr û bûyerên 16ê Cotmehê, yekane ala ku li Kerkûkê hatiye qedexekirin, Ala Kurdistanê ye.
Kom û milîsên Ereb û Tirkmen ên ser bi Heşda Şeibî, di yekem roja dagirkirina Kerkûkê de, helmeteke berfireh ji bo daxistin û jiholêrakirina Ala Kurdistanê li bajêr dest pê kirin û li Kerkûkê rê li bilindkirina Ala Kurdistanê nadin, ku Kerkûk bajarekî dîrokî yê Kurdistanê ye.
Welatiyên Kurd ên nişteciyên Kerkûkê, qedexekirina Ala Kurdistanê ji aliuyê milîsên Tirkmen û Ereb ên ser bi Heşda Şeibî ve, weke encameke metirsîdar a bûyerên 16ê Cotmehê dibînin.
Heta ew alaya di destê peykerê Pêşmerge de jî hatiye rakirin, ku ew peyker li Kerkûkê rûyê wî ber bi Hewlêrê ve hatibû danîn û li şûna wê, ala Iraqê hatiye danîn.