Tahir: Divê kesên êrîşî ofîsên ENKSê kirine bên dadgehîkirin
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Muhsin Tahir derbarê êrîşên ser ENKSê de axivî.
Hewlêr (K24) – Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Muhsin Tahir derbarê êrîşên ser ENKSê de diyar kir: “Ew kesên ku van karan dikin, divê bikin dadgehê.” Herwiha destnîşan kir: “Ev tiştên dibin, dûrî exlaqê Kurdayetiyê ne, dûrî presîpên însaniyetê ne, dûrî projeyên demokrasiyê ne.”
Muhsin Tahir ji bajarê Qamişlo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser êrîşên van demên dawî yên bi ser ofîsên ENKSê de, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Li ser pirsa "Gelo piştî van êrîşan kesên van kiryaran encam dane, hatine girtin, hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser derbarê vê mijarê de çi kirine?" Muhsin Tahir diyar kir: “Desthilat berpirsyar e di ber vê meselê de, jixwe eger zanibin û îş nakin û wan kesan nadin dadgehan, ev mûsîbet e û eger nizanibin jî, ev mûsîbeta mezintir e. Ew kesên ku van karan dikin, divê bikin dadgehê û mafê xwe yê dadwerî bistînin. Ev tiştên dibin, dûrî exlaqê Kurdayetiyê ne, dûrî presîpên însaniyetê ne, dûrî projeyên demokrasiyê ne.”
“Ji kesên desthilat tê xwestin ku bilez van kesan destnîşan bikin, ev kesên ku van karan dikin.”
Li ser helwesta PYNK û nûnerên Amerîkayê yên li rojavayê Kurdistanê li hember êrîşên ser ofîsên ENKSê, Muhsin Tahir eşkere kir: “Me peywendî bi hemû aliyan re kir, bi aliyê navdewletî, nemaze bi Amerîkiyan ku serokatiya Hevpeymaniya Navdewletî dike, wan jî gelek acizbûn dan xuyakirin û gotin emê hewldanê jî bikin ku ev karê han êdî berdewam nebe, ji ber ku ev dijî mesela diyalog û yekrêziyê ye. Aliyê din jî, gazina me ya mezin ji wan biraderên me yên PYNKê re, divê herî kêm beyannameyek derxistiba, ji ber ku dema em wan dibînin li kolanan, li ofîsan, dibêjin ev tiştên dibin, tiştên xirab in, tiştên nebaş in, alozî çêkiriye li yekrêziya Kurdî, li diyalogê, lê cihê mixabiniyê ye ku bi rengekî fermî beyanekê dernaxin.”
Roja sêşemê 15ê Kanûnê, Ofîsa ENKS ya li Amûdê ji aliya çend kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû şewitandin, ku di encamê de Ala Kurdistanê jî şewitî.
Herwiha roja 13ê Kanûnê jî ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û gulle lê hatibûn barandin û kelûpelên di hundirê wê de jî hatibûn şikandin.