Bombeyên PKK li ser riya xelk û Pêşmergeyên Kurdistanê danîne hatin pûçkirin!
Rêvebrê asayîşa Deştehêrtê dibêje, "Welatî nikarin li vir vî karî bikin, li vê derê ji xeynî PKK bi rastî kesên din nagerin. Vê derê cihekî avadan e û li nav cergê gûn de. Heqê PKK nîne wiha li xelkê sivîl bike. Têl û tişt xistînê, teqez ev hazir kirine ji bo teqandinê."
Bradost (K24) - Gerîlayên PKK li gûndê Deştehêrt, li ser riya gundên Bradost û navçeya Sîdekan kemîna 'fûzeyên bi TNT' datînên. Lêbelê gûndiyek dibîne û agayê didin asayîşa Herêma Kurdistanê. Ev bombe li ser riya xelk û Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hatine danîn!
Tîma pûçkirina mînan gihişt deverê û ew teqemenî rakirin.
Rêvebrê asayîşa Deştehêrtê dibêje, "Welatî nikarin li vir vî karî bikin, li vê derê ji xeynî PKK bi rastî kesên din nagerin. Vê derê cihekî avadan e û li nav cergê gûn de. Heqê PKK nîne wiha li xelkê sivîl bike. Têl û tişt xistînê, teqez ev hazir kirine ji bo teqandinê."
Li gor zanyariyên îdareya navçeyê fûzeyên bi TNT û mînên dijekes danîne nav ava vexwarinê û ev dibe metirsiyeke mezin li ser xelkê devera biradost.
Şaredarê Sîdekan Çelebî Ihsan dibêje, "Metirsiyên rasterast û nerasterast dê li ser hevwelatiyên me hebe. Lewra 20 gundên vê deverê dikevin nav metirsiyê. Tenê îsal 3 hevwelatiyên me şehîd bûn û herwiha 4 hevwelatî jî birîndar bûn. Ku hêj ev sal xelas nebûye."
Ji ber hebûna PKK, artêşa Tirkiyeyê 30 kîlometre kûrahî hatiye nav axa Herêma Kurdistanê. Ji ber şerê herdu aliyan di 30 salên dawî de 80 hevwelatî şehîd bûne. Ji 264 gûndên Brados 118 gûnd vala bûne û metirsiya valakirina 20 gûndên din jî heye.