Biryara Selahaddin Demirtaş 22wê Berfenbarê, ya Osman Kavala jî...
Li gel doza Kavala di 22ê Berfanbarê de jî Daîreya Bilind ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê cara duyem biryara derbarê Selahattîn Demirtaş de dide.
Enqere (K24) - Li Tirkiyê du dozên sereke ku di rojeva Tirkiye û ewropayê de ji nêz ve tên şopandin: Mehkemeya Karsazê Tirkiyê Osman Kavala bi rêve diçe û derheqê Selahattin Demirtaş de dadgeha mafê Miroavan ya Ewropayê dê biryara xwe bide. Di heyama ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve biryara çaksaziyên hiqûq û berfirehkirina azadiya fikrûramanan tê dayîn, gelo ji bo Kavala û Demîrtaş çi tê çaverêkirin.
Derbarê doza Osman Kavala de hiqûqnas didin diyarkirin ku Osman Kavala ji aliyê hiqûq û yaseyên navdewletî bêsûc hatiye dîtin û biryara azadkirina wî heye lê deshilata Tirkiyê wî bernade û bi çaksaziyên reformê jî egera azadkirina kavala ne pêkan e.
Dadnas Kerem Altıparmak ji Kurdistan24 re dibêje, "Dadgeha mafê Miron ya Ewropayê ji xwe biryara azadkirina Osman Kavala dabû lê belê ji ber daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî niha nayê berdan. Di 18ê Berfanbarê de doza birêz Kavala heye û tê çaverêkirin ku bê azadkirin. Ger biryara azadkirinê neyê dayîn dê Kavala heta Adara 2021an di girtîgehê de bimîne. Hikûmet behsa çaksaziyên hiqûqê dike lê belê daraz bêalî nebe dê çawa çaksazî bên kirin. Ez ne bawerim ku bi çaksaziyên ku hikûmet behs lê dike Birêz Kavala û birêz Demîrtaş bên azadkirin."
Li gel doza Kavala di 22ê Berfanbarê de jî Daîreya Bilind ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê cara duyem biryara derbarê Selahattîn Demirtaş de dide. Parêzerê Demîrtaş Mesut OZER jî dibêje ev çaverêdikinku biryara azadkirina Demîrtaş bê dayî û Tirkiye jî neçare ku vê biryarê cibicî bike.
Parêzer OZER dibêje, "22wê Qanûnê de dema ku birya hate dayîn nikare êdî îtîraz bike ji ber ku biryar teqûz e. Yanî 17 hakimên navnetewî daîreya mezin de êdî dirûnên wê qerarê bidin êdî ti rê û rêbar tu îtîraz bikin. Çi biryar derkeve divê bînin cih. Lewra divê Birêz Demîrtaş were berdan."
Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi tohmetên "endamtiya Rêxistin û propagandaya terorî" di 4ê Mijdara 2016an de hate desteserkirin û ev 4 sal in di gitîgehê de ye. Karsazê Tirk Osman Kavala jî di 18 Cotmeha 2017 de hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017 de bi fermî bi "hewldan jibo ji holê rakirina Destûrê", "hewldan bo têkbirina hikûmetê" hat tometbarkirin û ev sê sal in d girtîgehê de ye.