Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê welatiyek di nav otomobîlê de şewitand
Îşev çekdarên DAIŞê welatiyek di nav otomobîlekê de şewitand
Kerkûk (K24) – Li parêzgeha Kerkûkê çekdarên DAIŞê welatiyek di nav otomobîlekê de şewitand.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Kerkûkê ragihand; îşev çekdarên DAIŞê welatiyek di nav otomobîlekê de şewitand.
Jêderekî ji berpirsên ewlehiya Kerkûkê ji Kurdistan24ê re eşkere kir; welatiyekî ji gundê Gubeybe yê ser bi navçeya Hewîce ya li başûrê Kerkûkê, bi otomobîla xwe ketiye kemîneke çekdarên DAIŞê û ji aluyê çekdaran ve di nav otomobîlê de hatiye şewitandin.
Jêderê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand: “Navê welatiyê ku bûye qurbanî, Ebdulkerîm Celal e û kesekî Ereb e û cotkar e.”
Ev di demekê de ye ku di nava 3 mehên borî de, ev şeşem bûyera bi vî rengî ye ku li wî gundî diqewime û ji ber êrîşên çekdarên DAIŞê, gund vala bûye.