Wezareta Pêşmerge: PKK li Şingalê bi cilûbergên grûpên Iraqî tevdigere
Yek ji xalên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bo asayîkirina rewşa Şingalê, derkirina temamê milîs û grûpên çekdar ên li deverê ye.
Hewlêr (K24) – Yek ji xalên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bo asayîkirina rewşa Şingalê, derkirina temamê milîs û grûpên çekdar ên li deverê ye, lê belê ligel nêzîkbûna cîbicîkirina vê rêkeftinê, çekdarên PKKê ku divê ew jî ji wê deverê derkevin, senaryoyên cuda ji bo mana di bin sîwana çend grûpên din de derdixin holê. Birîkarê Wezareta Pêşmerge jî li ser van planan hişyarî dide û daxwaz dike ku rêkeftin weke xwe were cîbicîkirin.
Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re diyar kir: “PKK li Şingalê bûye sedema berdewambûna vê rewşa ku niha li holê ye.” Herwiha destnîşan kir: “PKKê Şingal dagir kiriye.”
Serbest Lezgîn eşkere kir: “Çend grûp li nav Iraqê hene alîkariya PKKê dikin û hemahengiyê ligel wan dikin, heta wê radeyê ku hinek caran cilên xwe diguherînin û cilên wan grûpên Iraqî li xwe dikin û hatûçûnê jî ligel hev dikin. Herwiha li ser navê wan grûpan mûçeyan ji hikûmeta Iraqê werdigrin, ev jî weke amajeyek bo wan grûpên Heşda Şeibî ku li sînorê navçeya Şingalê ne.”
Lezgîn daxwaz kir ku rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê weke xwe were cîbicîkirin, ne weke şanogeriyek, çimkî xalên di nav rêkeftinê de zelal û eşkere ne û li hemû medyayê hatiye belavkirin, lê weke niha têbînî tê kirin, pêngav ber bi arasteyekî din tên avêtin.”
Niha zêdetirî 3 hezar û 500 çekdarên PKKê li Şingalê ne û di rêzên Heşda Şeibî de mûçe werdigrin û bi şêweyên cûr bi cûr li wê deverê mane, ku ev jî berevajî rêkeftinê ye. Pisporê Serbazî Adil Kakeyî vê yekê bi neyasayî dibîne û dibêje ku ti car fikrên PKK û Heşda Şeibî ku li ser hatine damezrandin, li hev nagirin.
Adil Kakeyî destnîşan kir ku Heşda Şeibî bi navê parastina mezargehên Şîe hatiye damezrandin û PKK jî li ser bingehên çepgir ava bûye, ku ev du bingehên berevajî hev in, loma sedema hevgirtina wan eşkere ye ku armanca wan têkbirina qewareya Herêma Kurdistanê ye.
Kakeyî diyar kir ku cihê çalakiyên PKKê bakurê Kurdistanê ye û divê ew biçin li wî welatî kêşeyên xwe yekalî bikin.