Tirkiyê baregehên pasevaniya sînorî yên Iraqê topbaran kir

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Zaxoyê, hêzên pasevanî yên Iraqê topbaran kir.

Zaxo (K24) – Topxaneyên Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Zaxoyê, hêzên pasevanî yên Iraqê topbaran kir.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Zaxoyê ragihand: “Artêşa Tirkiyê şevê din binkeyên Fewca 2 ya pasevaniya sînorî ya Iraqê li nêzîkî gundê Keşanê yê ser bi nahiya Batîfa topbaran kir.”

Li gor zanyariyên nûçegihanê me, nêzîkî 31 gulleyên top li nêzîkî gundê Keşanê û 15 gulleyên din jî li derdora komelgeha Batîfa ketine.

Ji ber hebûna binkeyên PKKê, Artêşa Tirkiyê bi awayekî berdewam deverên sînorî bombebaran dike, ji ber vê yekê jî çend var baregehên hêzên pasevaniya sînorî yên Iraqê, ketine ber bombebaranan û zirarên giyanî jî derketine holê.

Topbarankirina baregehên pasevaniya sînorî ya Iraqê ji aliyê topxaneyên Tirkiyê ve, di demekê de ye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja pêncşemê 17ê Kanûna 2020an bi serdana fermî gihişte Tirkiyê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend mijarên girêdayî her du aliyan gotûbêj kirin.