Wezîrê Darayî yê Iraqê: Bexda û Hewlêr rêkeftin

Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand, Bexda û Hewlêr li ser budceya sala 2021an rêkeftin.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî
Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand, Bexda û Hewlêr li ser budceya sala 2021an rêkeftin.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ew ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê budceya sala 2021an de gihîştine rêkeftinê.

Elawî got: Wezareta Darayî buhayê 1450 Dînaran ji bo her Dolarekî ku difroşe Banka Navendî destnîşan kiriye.

Ji heyama 10 rojan ve ye, Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên yasaya qerzê û projeyasaya budceya sala 2021an li Bexdayê ye û heta niha çendîn civîn ligel berpirsên hikûmî encam dane.