Gotinên Ahmet Davugolu yên derheqê kurdan de Cîgir Vahtettîn Înce dinirxîne!

Cîgirê Davutoglu bersiva pirsên Kurdistan24ê dide!

Wêne: Vahdettin İnce, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Siberojê.
Wêne: Vahdettin İnce, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Siberojê.

Hewlêr (K24) - Rêveberê Partiya Siberojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiye dibêje, "Axaftina bi zimanê Kurdî wekî xiyanet tê dîtin." Her siha Davutoglu diyar kir, "HDP ew maf bidest xistiye, ji bo ku biçe parlamentoya Tirkiye."

Cîgirê Davutgoğlu Vahdettin Înce beşdarî bûltena nûçyên Kurdistan24ê bû bersiva pirsên Cemal Batûn da:

Davutoglu çi gotibû?

Ehmed Davutoglu liser qedexeya zimanê Kurdî destnîşan kir, ku "Axaftina bi zimanê Kurdî wekî xiyanet tê dîtin" û wiha got, "Mafê Kurdan ê hilbijartinê tune tê hesabkirin û sîstema qeyûman tê pejirandin."

Davutoglu ragihand, ger li ser postê serokwezîrtiyê berdewam bû ya, wê ofîsa serokwezîrtiyê li Diyarbekirê vekiriban û hinek caran civîna civata wezîran li Diyarbekirê lidarxistiban.

Serokê Partiya Siberojê li ser bangên girtina HDP'ê jî wiha got, "MHP ji bo peyamê bide alîgirên xwe daxwaza girtina HDP'ê dike. Davutoglu ragihand, ku HDPê ew maf bidest xistiye li parlamentoyê be û girtina partiyan di bingehê xwe de, xelet e."