Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert rewşa Iraqê nirxandin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert civînek encam dan.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert di civînekê de tekezî li wê yekê kirin ku peywendiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de di berjewendiya tevahiya Iraqê de heye, herwiha piştgîriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo guftûgoya di navbera her du aliyan de derbirî û hêvî xwest kêşeyên wan çareser bikin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û pêzanînên ji bo rola girîng ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, hêvî xwest li handana Hewlêr û Bexda ya ji bo serkeftina guftûgoyan berdewam be û di çareserkirina kêşeyên di navbera wan de hevkar û alîkar be.
Herwiha tekezî li wê yekê kir ku çareserkirina yekcarî û giştgîr ya kêşeyên Hewlêr – Bexda, kilîla aramiya Iraq û pêkvejiyanê ye û bi berçavgirtina rewşa dijwar ya welat û gefên di ber de, divê desthilat û aliyên Iraqî bi giyaneke berpirsane muamele li gel rewşê da bikin û kêşeyan li ser bingeha destûr çareser bikin û rêkeftinan jî bi cih bikin.
Rewşa siyasî, emnî, tendirustî û aboriya Iraqê, rûbirûbûna terorê û erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya welat, pêşketinên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên din ên civînê bûn.