Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 xortên Efrînê revandin
Revandina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên ser bi Tirkiyê ve berdewam in.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca standina fidyeyê, 2 xort ji gundekî Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê vê mehê xortê bi navê Mihemed Ehmed Îbrahîm yê ji gundê Maratê revand.
Herwiha çekdarên grûpa Polîsa Medenî jî roja 15ê vê mehê xortê bi navê Xoşnav Qilîç yê ji gundê Maratê revand.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, çekdaran bi armanca standina fidyeyê, ew her du xort revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Ev di demekê de, du roj in çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê bajarokê Mabeta xistiye dorpêçeke tund, li welatiyên sivîl didin û li gor zanyariyan zêdetir ji 60 welatiyên sivîl revandine.