Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokî Dêrazorê di teqînekê de hate kuştin
Ji Tîrmeha 2018an ve, 218 kesên sivîl û 397 şervanên HSDê li herêmên HSDê li Dêrazorê, Heseke, Reqa û Minbicê hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dêrazorê di teqînekê de Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê El-Kibir hate kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, kesine nenas bombeyek bi otombîla Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê El-Kibir de teqandin. Di encamê de jî ew hate kuştin.
Diyar kir jî, li bajarokê Besîra ya li rojhilatê Dêrazorê jî grûpeke nenas welatiyek gulebaran kirin. Bêyî ku sedema kuştina were zanîn.
Demek e tevgera şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazorê zêde bûye û endamên berê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û welatiyên sivîl armanc digirin.
Li gor zanyariyên Rewanegehê, ji Tîrmeha 2018an ve, 218 kesên sivîl û 397 şervanên HSDê li herêmên HSDê li Dêrazorê, Heseke, Reqa û Minbicê hatine kuştin.