Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir
Di civînê de li ser çend mijarên girêdayî Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja sêşemê 22yê Kanûna 2020an li Selahedîn pêşwaziya Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Abdulxenî Elesedî kir.
Di hevdîtinê de peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û herwiha gefa terorê û li ber girtina rêkarên hevbeş ên ji bo rûbirûbûna terorîstan hatin nirxandin.
Her di vê civînê de her du aliyan di derbarê rewşa Şingalê de danûstandina bîr û ramanan kirin.