Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Ebdulxenî Elesed kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 22ê Kanûna 2020an pêşwaziya Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Ebdulxenî Elesed kir.

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û pêşvebirina hemahengiya ewlehiyê ya navbera her du aliyan hat gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî yên li Iraqê hat kirin.