HSD: Tirkiyê êrîşên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirine

HSD radigihîne, Artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine, lê hêzên wan rûbirûyî wan êrîşan dibin.

Eyn Îsa
Eyn Îsa

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine û bi berdewamî firokeyên bêfirokvan li asmanê wê digerin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kir, Artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine, lê hêzên wan rûbirûyî wan êrîşan bûn û ew bi paş ve vekişiyan.

Diyar kir jî, danê sibê ji roja 21.12.2020an çekdarên ser bi Tirkiyê hewl dan ji çend mihweran ve êrîşî gundê Mişêrfe bikin, lê hêzên wan rûbirûyî wan êrîşan bûn. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.