Encûmena Wezîran dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Bexdayê gengeşe dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane girê dide .

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê - Arşîv
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane girê dide û dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Bexdayê gengeşe dike.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, biryar e di civîna îro ya Encûmena Wezîran de, dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Bexdayê û rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê bên gengeşekirin.

Herwiha biryar e jî Encûmena Wezîran hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê peydakirin vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re gengeşe bike.

Şanda Bilind a Danûstankar a Hikûmeta Herêmê ku zêdetirî 15 rojan bi mebesta çareserkirina mijarên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, li Bexdayê bû, duhî vegeriya Herêma Kurdistanê.