Buldan: Divê bi Demîrtaş re hemû girtiyên siyasî bên berdan
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan radigihîne, biryara Dadgeha Mafên Mirovan, ne tenê derbarî Selahedîn Demîrtaş de ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan radigihîne, azadnekirina Selahetîn Demîrtaş tawan e û daxwaz dike, bi Demîrtaş re hemû girtiyên siyasî bêne azadkirin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û parêzerên Selahedîn Demîrtaşî, derbarî biryara azadkirina Demîrtaş û helwesta desthilatê de civîneke rojnamevanî li dar xistin.
Pervîn Buldan wiha axivî: "Biryara Dadgeha Mafên Mirovan, ne tenê derbarî Selahedîn Demîrtaş de ye. Ev biryar, nîşaneya pûçbûna sîstema dadgehên Tirkiyê ye. Bernedana Demîrtaş tawan e, tawana îşkence û tawana derûnî ye. Çar sal û nîv in, di serî de Selahedîn Demîrtaş, pêwîst e hemû girtiyên siyasî di çarçoveya biryarê de bên azadkirina. Selahedîn Demîrtaş ne siyasetmedar û kesayetek ji rêzê ye. Ji Demîrtaş ditirisin ji ber ku wêrekî dide civakê."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) aşkere kir, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.
Her di wê derbarê de jî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a azadkirina Selahetîn Demîrtaş nabin.