Wezareta Navxwe biryarine nû dan

Geştkirina ji bo 8 welatan qedexe kir û deriyên sînorî yên bi Îranê re di rûyê geştiyaran de girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê parastina rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hejmarek biryarên nû derkirin.

Ev biryarên Wezareta Navxwe ji demjimêr 12:00 nîva şeva 24.12.2020an destpê dibe û heta demijmêr 12:00 nîva şeva 15.1.2021an dewam dike.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe:

- Geşta welatiyên Iraqê bo welatên Brîtanya, Başûrê Efrîqya, Australya, Danîmark, Hollanda, Belçîka, Îran û Japonya tê qedexekirin.

- Hatina kesên biyanî ji wan welatên ku navên wan li jor hatine tê qedexekirin, ji bilî hatina şandeyên dîplomasî û fermî.

- Welatiyên Iraqî yên ji wan welatan vedigerin, divê 14 rojan bêne kerentînekirin.

- Deriyên sînorî yên Hacî Omeran, Başmax, Perwîzxan di rûyê geştiyaran de tên girtin.

- Hemû kombûn, konferans û civîn qedexe ne.

- Semawend, ahengên şahiyê, çûna ser goran û danîna konên sersaxiyê qedexe ne. Her kesê pabend nebe, bi 2 milyon Dînaran tê cezakirin.

- Hemû cihên giştî yên weke bazar, xwaringeh û cihên bazirganî bê danîna maskê, nabe kes bikeve hundir û sîxûr wê bi mîlyonekê were cezakirin. Her kesê pabend nebe, bi 150 hezar Dînar tê cezakirin.

- Divê rûniştvanên Herêma Kurdistanê rêkarên xweparêziyê li ber çav bigirin.

- Her kesek mask bi kar neyine, bi 20 hezar Dînar tê cezakirin.

- Dema ku rêwî di otombîlê de bin, divê ajokar maske bi kar bîne, berûvjî wê jî, dê bi 50 hezar Dînar bê cezakirin.

 

Fly Erbil Advertisment