Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bpneya çejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û Cîhanê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya çejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û Cîhanê kir.
Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be), pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku rojên cejna xwe di keşeke aram û bextewar de derbas bikin.
Kirîstiyan pêkhateyeke girîng û resen a civaka Kurdistanê ne û bi pêkhatên din re roleke giring di ber bi pêşvebirina civaka kurdistanê de dîtine û Herêma Kurdistanî jî li navçeyê bûye malbenda pêkvejiyana netewî û olî.
Di vê boneya pîroz de, pabendbûna xwe ji bo kûrkirin û xurtkirina kultura lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhatan de dubare dikin ku ew jî yek ji şanaziyên Herêma Kurdistanê ye.
Hêvîdar im hatina vê cejinê û sersala nû, bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê û bidawîbûna qeyran û nehametiyan li Kurdistan û cîhanê.