Demîrtaş: Tirkiye ji pênc çeteyan mezintir e

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, rexne li daxuyaniyên berpirsên desthilatê digire .

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, rexne li daxuyaniyên berpirsên desthilatê digire û dibêje, bi bilindkirina dengê xwe, tirs û lawazbûna xwe vedişêrin.

Serokomarê Tirkiyê, Wezîrê Navexwe û Serokê MHPê dan xuyakirin, ew biryara Dadgeha Mafên Mirov ya azadkirina Demîrtaş qebûl nakin û dadgehên Tirkiyê pabendî biryarê nabin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li tewittera xwe nivîs: “Desthilat bi bilindkirina dengê xwe dixwaze tirs, lawazbûn û bêçaretîya xwe veşêre.”

Herwiha Demîrtaş got, ew li hember fişaran xwe naçemîne û dizane ku Tirkiye ji pênc çeteyan mezintir e.

Demîrtaş ji payîza sala 2016 ve heta niha di girtîgehê de ye. Pêr Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji Tirkiyê xwast ku Selahedîn Demîrtaş berde.