Wezareta Navxwe ji bo rûbirûbûna Koronayê biryarine nû dan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê rûbirûbûna Koronayê de hejmarek biryarên nû dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê rûbirûbûna Koronayê de hejmarek biryarên nû dan.
Li gor Wezareta Navxwe, geştkirina welatiyên Iraqê bi riya Herêma Kurdistanê ji bo Lubnanê qedexe ye.
Hatina kesên biyanî ji Lubnanê yên piştî 15.12.2020an li wî welatî bûn, qedexe ye. Tenê rê ji bo rêxistinên Netewên Yekgirtî, rêxistinên navdewletî, Hevpeymanan û şandeyên fermi tê dayîn ku bi girtina rênimayên tendirustiyê bêne Herêma Kurdistanê.
Welatiyên Iraqê yên ji Lubnanê vedigerin, li gor rênimayên Wezareta Tendirustiyê tên kerentînekirin.
Ev biryar ji demjimêr 12:00 şeva 26.12.2020an dikeve warê cibicîkirinê û heta demjimêr 12:00 şeva 15.1.2021an berdewam dibe.