40 roj in Paytext bê Firset Sofî ye
40 roj bi ser koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin.

Hewlêr (K24) – 40 roj bi ser koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin. Piştî koçkirina wî, ji bo cara yekem deriyê odeya wî ji bo tîma Kurdistan24ê tê vekirin.
Ji heyama 40 rojî ve, odeya nivîsgeha Firset Sofî li Parêzgariya Hewlêrê nehatiye vekirin. Îro deriyê nivîsgehê ji tîma Kurdistan24ê re hat vekirin û ligel sekreterê wî yê rojnamevanî derbasî nivîsgehê bû.
Sekreterê Rojnamevanî yê Nivîsgeha Firset Sofî, Bextiyar Kerîm ji K24ê re behsa dawî çirkeyên Firset Sofî li wê nivîsgehê dike û diyar dike ku pêşwazî li mêvanan kiribû. Herwiha diyar dike jî, di wê rojê de jî testa Koronayê jê re hat çêkirin.
Ji heyama 40 rojan jî, mêvan ji dora daye Fatîme, diya Firset Sofî ne. hêsir ji çavên wê hişk nabin û bi gotina "ji bo kurê min hîn zû bû" hêsirên xwe dimale, lê zimanê wê ji bo axaftinê nagere, behsa mirina kurê xwe bike.
Odeya Firset Sofî li malê girtî ye. Pirtûka dawî ya li ser maseyê dilsozî û şopandina parêzgarê Hewlêrê ya li ser karê xwe nîşan dide. Birayê wî jî behsa wê yekê dike ku ew heval û mamosteyê wan bû û ewê jî di riya wî de dewam dikin.