Mesrûr Barzanî sardana mala Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî Firset Sofî dike

Riftar û helwestên ciwan ên diktor Firset Sofî, her dem zindî di bîra me de dimînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sardana mala Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî Diktor Firset Sofî kir û ji nêzîk ve hevxemiya xwe ligel malbata wî nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ji ber jidestdana kesayetiyê lêhatî, birayekî dilsoz û niştimanperwer wek Diktor Firset Sofî, ziyaneke mezin gihîştiye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê bêgûman, riftar û helwestên ciwan ên diktor Firset Sofî, her dem zindî di bîra me de dimînin.

Firat Sofî di 21 ' ê Gulana 1978 ' an de li gundê Gezney ê navçeya Çomanê ji dayik bû. Xwendina seretayî û amadeyî li Soranê qedand. Ji bo xwendina zanîngehê çû Hewlêrê.

Di sala 2003an de ji Zanîngeha Selahedîn, bawernameya Yasayê wergirt û her ji wê zanîngeh di sala 2009an de mastera yasaya giştî û di sala 2012an de jî doktora wergirtiye. Ji sala 2009'an heta 2013'an li Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê hîndekar bû.

Firset Sofî roja 12.9.2019an bi dengê 27 endaman ji koma 28 endamên Parêzgeha Hewlêrê, wek Parêzgar hat hilbijartin. Roja 16.9.2019an wek 41emîn Parêzgarê Hewlêrê li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnda yasayî xwar û roja 17.9.2019an dest bi kar kir. Her çiqas dema xebata wî wek parêzgar kêm bû jî, kar û xebatên wê dinava gel û saziyan de gelek deng vedabû.

Bi belavbûna vîrûsa Korona re Firsat Sofî weke parêzgehekî xemxwar bi şev û roj ji bo hişyarkirin û parastina xelkê, li nava welatiyan û nexweşxaneyan bû. Piştî pêketina bi vîrûsa Koronayê, diktor Firset Sofî roja 18.11.2021an li Enqerê canê xwe ji dest da.

Fly Erbil Advertisment