Serdanên Iraqê bo Tirkiye zêde bûne.. Îro jî Wezîrê Parastina Iraqê hat Enqere!
Tê çaverêkirin ku di navbera herdu wezîran de "seqamgirî û ewlehiya navçeyê were axaftin". Taybet di mijara PKK jî were axaftin.
Enqere (K24) - Wezîrê Parastina Iraqê di demeke kurt de çendîn serdanên giring bi bi berpirsên Tirkiye tên bilind re pêk anîn. Îro jî Wezîrê Parastina Iraqê li Enqere ye. Sibê dê bi Wezîrê Parastina Tirkiye Hulusi Akar de hevdîtinê pêk bîne.
Tê çaverêkirin ku di navbera herdu wezîran de "seqamgirî û ewlehiya navçeyê were axaftin". Taybet di mijara PKK jî were axaftin.
Hefteya borî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hiseyin jî bi hevpostê xwe yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu re li Enqere hevdîtinek pêk anî bû. Seredanan du rojan berdewam kiribû. Ev mijarên li jor hatibûn axaftin.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî jî berî çend hefteyan hatibû Enqere û bi Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêl anîbû. Wê demê ser daxwaza Erdoganî ev seredan pêk hatibû.
Du herdu hevdîtinan de mijara PKK û ewlehiya navçeyê hatibû axaftin.
Îro jî Wezîrê Parasitina Iraqê Cuma Înad li Enqere ye.
Peyamnêra Kurdistan24 Nalîn Dirî ji Enqere derheqê vê serdanê de zanyariyan dide.