Hikûmet û Parlamento encamên danûstandinên ligel Bexdayê gengeşe dikin
Şanda Bilind a Danûstendinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Baxdadê, îro li Parlamentoyê kombûneke berfireh dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Bilind a Danûstendinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Baxdadê, îro li Parlamentoya Kurdistanê kombûneke berfireh dike.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî îro di konfernaseke rojnamevanî de ragihand, wan nameyeke fermî arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, ji bo Şanda Danûstandinê ya ji Bexdayê vegeryaye, îro bê Parlamentoyê û civîneke berfireh ligel Serokatiya Komîta Darayî, Komîta Samanên Xwezayî, Komîta Yasayî û serokên fraksiyonan bike.
Şanda Bilind a Danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku bi serokatiya Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî û endametiya Wezîrê Darayî û Karûbarên Aborî, Wezîrê Plandananê, Wezîrê Herêmê bo Danûstendinên ligel Hikûmeta Federal, Serokê Dîwana Encûmenê Wezîran, Sekreterê Encûmenê Wezîran, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdeçûnanê bû, piştî danûstandinên 2 hefteyan, berî pênc rojan ji Bexdayê vegeriyabû Herêma Kurdistanê.
Hemin Hewramî dibêje, civîna îro ji bo wê ye, hûrgiliyên guftûgoyên hatine kirine bêne pêşkêşkirin û bizanin xalên cihê lihevkirinê û yên ne cihê lihevkirinê ne bêne ronîkirin. Herwiha ji bo bizanin ji bo çi heta niha Hikûmeta Iraqê ne amade ye, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bide? Herwiha ji bo bersiva wê jî dayîn, heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya petrola Kurdistanê radestî Hikûmeta Iraqê bike, li hemberê jî Hikûmeta Iraqê dê mafên darayî yên Kurdistanê bide?
Serokê Şaanda Danûstandkar Qubad Talebanî di dema vegera ji Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, “Me li ser cîbicîkirina yasaya tijekirina budceya 2020an jî gotûbêj kir, ku bêyî dengê aliyên Kurdî hat pesenkirin. Em ji bo cîbicîkirina vê yasayê hatin Bexdayê û em ligel parlemento, hikûmet û kesayetên siyasî civiyan û me li ser yasayê danûstandin nekir, em li ser cîbicîkirina wê yasayê axivîn.”
Qubad Talebanî destnîşan kir: “Li hember du mercên radestkirina dahata petrolê û dahata ji bilî petrolê, ji bo her du mijaran, em li ser cîbicîkirina wan axivîn û li hember wan mercan di 26 trilyon dînar deyn de para Herêmê heye, heta niha mixabin para Herêmê nehatiye diyarkirin. Em li benda bersiva Bexdayê ne, da ku em bizanin para me çiqas e. Em hêvî dikin, berî bidawîbûna vê salê, ji Bexdayê li ser para Herêmê bersivek bigihîje me.”
Aşkere kir jî: “Sala 2021ê dê saleke dijwar be û pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em bi hev re bixebitin û bi hev re li hember gefan bisekinin. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku yekrêziya niştimana me hebe û ez hêvî dikim, ji Zaxo heta Besrayê aliyên siyasî bi yek dest û bi yek armanc bixebitin ji bo serdestbûna bi ser kêşeyan de.”