Şandeke Parlamentoya Iraqê ji bo pirsa gundê Pelkanê li Kerkûkê ye
Komîteyek li Parlamentoya Iraqê derbarê pirsgirêkên gundê Palkanê yê Kerkûkê de bi berpirsên Kerkûkê re civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteyek li Parlamentoya Iraqê derbarê pirsgirêkên gundê Palkanê yê Kerkûkê de bi berpirsên Kerkûkê re civiya.
Peyamêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn. îro komîteyeke Parlamentoya Iraqê derbarê pirsgirêkên gundê Palkanê de serdana Kerkûkê kir û bi Fermandariya Opersyonên Kerkûkê de civiya.
Peyamnêrê me diyar kir, parêzgarê Kerkûkê yê sepandî Rakan Cibûrî jî beşdarî civînê bûye û di civînê de behsa pirsgirêkên gundê Palkanê û derdora wê têkirin. Herwiha dê yadaştnameyeke berfireh derbarê pirsgirêkên gundê Pelkanê de ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê re were dayîn.
Ev civîn di demekê de, demeke erebên hawirde gefa dagîrkirina mal û zeviyên kurdên resen ên gundê Pelkanê dixwin û ji wan dixwazin ku ji gundê xwe derkevin. Li hemberê jî kurdên Pelkanê wê yekê red dikin û berevaniyê di ber gundê xwe de dikin.
Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmehê, Parêzgarê Kerkûkê yê spandî Rakan Cibûrî dixwaze careke din vê xakê li ereban parve bike.