Çînê ji ber 'nîşandana rewşa Wuhanê' 4 sal cezayê zindanê da jinekê
Dadgeha Tawanan a Çînê ji ber lêkolîna li Wuhanê di dema belavbûna vîrusa Koronayê de, îro 4 sal cezayê zindanîkirinê da welatiyeke xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanan a Çînê ji ber lêkolîna li Wuhanê di dema belavbûna vîrusa Koronayê de, îro 4 sal cezayê zindanîkirinê da welatiyeke xwe.
Parêzerê jina ku ceza lê hatiye birîn, ji rojnamevanan re diyar kiriye ku Dadgeha Shanghai piştî dadgehîkirina bi tenê du demjimêran, bi tawana "derxistina aloziyê" cezayê çar sal zindanîkirinê daye Cang Zan.
Parêzer eşkere kiriye ku Cang Zan dema biryar bihîstiye, gelek xemgîn bûye.
Li gor gotina parêzer, dadgehê diyar kiriye ku "Cang Zan li ser înternetê daxuyaniyên derew belav kirine", lê dozgerê giştî hemû belge pêşkêşî dadgehê nekirine.
Cang Zan bi xwe ji nişteciyên bajarê Shanghai ye, lê di meha Sibata 2020an de di dema belavbûna vîrusa Koronayê de çûye bajarê Wuhanê û li wê derê li ser rewşa nexweşxaneyan, çendîn raportên vîdeoyî li medyaya civakî belav kirine.
Wuhan ew bajar e ku cara ewil vîrusa Koronayê li wî bajarî serî hilda û li Wuhanê çar hezar kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ango piraniya kesên ku li Çînê ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Wuhanê bûn.