Li Kerkûkê sê çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin
Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, sê kesên ser bi rêxistina DAIŞê hatin desteserkirin, ku weke şaneya razayî ya rêxistinê, li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê xebitîbûn.
Kerkûk (K24) – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, sê kesên ser bi rêxistina DAIŞê hatin desteserkirin, ku weke şaneya razayî ya rêxistinê, li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê xebitîbûn.
Ajansa Îstixbarat û Lêkolînê ya Federal a Iraqê îro duşemê ragihand; sê terorîst desteser kirine ku li sînorê Kerkûkê weke şaneya razayî ya DAIŞê xebitîne.
Ajansê eşkere kiriye ku ew sê kes li gor hukmên yasaya terorê hatine desteserkirin.
Herwiha diyar kir; kesên desterserkirî li xwe mikur hatine ku li navçeya Hewîce ya ser bi Kerkûkê çalakiyên çekdarî li dijî hêzên ewlehiyê encam dane.
Ajansê ragihandiye; yek ji wan kesên desteserkirî, di destpêka 2015an de beşdarî êrîşên DAIŞê yên bi ser bajarê Kerkûkê de bûye.