Qubad Talebanî naveroka civîna şanda danûstankar û parlamentoyê eşkere kir

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê Qubad Talebanî naveroka civîna îro ya şandê û Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.

Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê li Parlamanetoya Kurdistanê
Şanda Danûstankar a Herêma Kurdistanê li Parlamanetoya Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê Qubad Talebanî naveroka civîna îro ya şandê û Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.

Qubad Talebanî di rûpela xwe ya medyaya civakî ya Facebookê de ragihand: “Di serdana me de bo Parlamentoya Kurdistanê, weke Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêmê, me di nava nêzîkî 4 demjimêran de hemû hûrgiliyên rêrewa danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de bo parlamenterên Kurdistanê eşkere kir û me bersiv da pirsên wan.”

Talebanî eşkere kir: “Me tekez kir ku me ligel hikûmeta federal li ser projeyasaya budceya sala 2021ê li hev kir, Hikûmeta Herêmê dê bi cîbicîkirina erkên xwe pabend bibe, çi di warê petrolê de û çi jî di warê ji bilî petrolê de.”

Îro Şanda Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, ligel Serokatiya Parlamento û serokên fraksiyonan û lijneyên taybet civiyan, bi mebesta pêşkêşkirina encama danûstandinên navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê li ser maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê de.