HDP daxwaza bicihkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dike

Şandeke HDPê li Zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş kir.

Selahetîn Demirtaş û Saruhan Oluç
Selahetîn Demirtaş û Saruhan Oluç

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke HDPê li Zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş kir û daxwaza cîbicîkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê kirin.

Peyvdara Meclîsa Jinan ya HDPê Ayşe Acar Başaran û Cîgirê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç, li Zîndana Edîrneyê çûn serdana Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û parlamenterê berê Ebdula Zeydan.

Nivîsîngiha Rojnamevanî ya HDPê da xuyakirin, di civînê de pêdiviya demokratîkbûna Tirkiyeyê û serdestiya mafnasiyê hatiye nirxandin û bang li aliyên demokratîk hatiye kirin ku helwestên xwe bikin yek.

Şanda HDPê bang li desthilatê jî dike ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa cîbicî bike û Demîrtaş di zûtirîn dem de azad bike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berî çend rojan aşkere kiribû, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.