Wezîrê Perwerdeyê: Di civîna bê de biryarê li ser vekirina dibistanan didin
Biryara vekirina deriyên dibistanan di destê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, piştî Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê rewşa tendirustiyê binirxîne, dê biryara vekirin yan girtina dibistanan bide.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd ragihand, biryara vekirina deriyên dibistanan ne di destê Rêveberiya Perwerdeyê de ye. Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li gorî rewşa giştî ya tendirustiyê, biryara vekirin yan girtina deriyên dibistanan dide.
Wezîrê Perwerdeyê da zanîn jî, heta niha ne diyar e deriyên dibistanan dê bêne vekirin yan dê girtî bimînin.
Alan Hemeseîd got jî: “Wezareta Tendirustiyê mijûlî amadekirina rapora nirxandina rewşa Herêma Kurdistanê ye. Piştre jî di civîna Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de raportê dinirxînin. Nabe li Herêma Kurdistanê bê nirxandina rewşa tendirustî, jiyana xwendekar û mamosteyan bixin metirsiyê.
Niha ku ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, dibistan girtî ne, biryar e piştî betlaneya sersalê, heger rewşa tendirustî li bar be, dibistan bêne vekirin û xwendekar dest bi xwendinê bikin.