Li Dêrezorê êrîşî otobusa rêwiyan kirin: 25 kuştî
Li devera Dêrezorê ya Sûriyê êrîşî otobuseke rêwiyan hat kirin û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Dêrezorê ya Sûriyê êrîşî otobuseke rêwiyan hat kirin û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a rejîma Sûriyê SANA ragihand; vê êvarê 30ê Kanûna 2020an li Dêrezor a Sûriyê êrîşî otobuseke rêwiyan hat kirin û di encama êrîşê de 25 rêwî hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li ser rêya Dêrazor û Tedmurê li herêma Kebaçib, otobuseke rêwiyan rastî êrîşeke terorîstî hatiye û heta niha ti rêxistinê ew êrîş li xwe negirtiye.
Li gor zanyariyên SANAyê 25 kesên sivîl di encama êrîşê de canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye û nêzîkî opozîsyona Sûriyê ye ragihand; di êrîşê de 30 serbazên Sûrî ku ji bo betlaneyê diçûn bajarê xwe, hatine kuştin.