Parlamentoya Kurdistanê piştevaniya hevtêgihiştina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal dike
Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû xelkê Kurdistanê û gelên Iraqê kir.
Hewlêr (K24) – Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû xelkê Kurdistanê û gelên Iraqê kir û di peyama xwe de piştevaniya xwe ji bo hevfêmkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ragihand û ji hemû hêz û aliyên siyasî yçn Kurdistanê daxwaz kir ku bi ruhê lêborînê ligel hev tevbigerin.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir: “Bi boneya hatina sala nû ya zayînî, em pîrozbahiyên herî germ û ciwan li Kurdistaniyan û hemû gelên Iraqê dikin.”
Di peyamê de hatiye destnîşankirin: “Em hêvî dikin di sala nû de aramî û tebayî li herêma me belav bibe û sala çareserkirina qeyranan û bihêzkirina mitmane bibe di navbera welatî û saziyên destûrî de, bi arasteya parastin û pêşvebirina statuya Herêma Kurdistanê, ku mêweya xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ye, da ku em di siya wê de maf û azadiyên giştî û xizmetkirina Kurdistaniyan pêş bixin, ji bo vê yekê jî em daxwazê ji hemû hêz û aliyên siyasî dikin ku bi yekrêzî û giyana lêborînê ligel hev tevbigerin û bi me hemûyan zemîna bidestxistina maf û heqên destûrî yên Kurdistaniyan pêk bînin.”
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ragihand: “Em bi pêwîstî dibînin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hevfêkirina di navbera xwe de, bikin bingeha rêkfetineke giştgîr li ber ronahiya bingehên destûrî ji bo çareserkirina hemû kêşeyan. Di vê çar çoveyê de Parlamentoya Kurdistanê piştevaniya hevfêmkirina navbera her du aliyan dike ku di projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê de rengê xwe daye. Em ji hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê daxwaz dikin, bi hev re kar li ser cîbicîkirin û derbaskirina wê bikin.”
Di dawiya peyamê de hatiye eşkerekirin: “Em hêvîdar in sala 2021ê bibe destpêka rawestgeheke nû ji bo pêkve xebata zêdetir, dûrketina ji nakokî û tevlihevî.”