Bozyel: Guherîna Erdogan a derbarê pirsa Kurd de, trajîkomîk e

Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser bûyerên sala 2020an a li bakurê Kurdistanê axivî û bal kişande ser gotinên Erdogan ên derbarê pirsa Kurd de.

Bayram Bozyel
Bayram Bozyel

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li ser bûyerên sala 2020an a li bakurê Kurdistanê axivî û gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser pirsa Kurd bi bîr anî û got: “Guherîna Erdogan trajîkomîk e.”

Li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di sala 2020an de gotibû "Li Tirkiyê pirsa Kurd nemaye", ku ev mijar ji bo pêvajoya çareseriyê ya li bakurê Kurdistanê mijareke girîng bû, Bayram Bozyel diyar kir: “Ev ji bo guherîna Erdogan trajîkomîk e. Di sala 2000ê de Erdogan li ser navê pirsa Kurd rexne dikir û êrîş dibirin ser CHPê, weke mînak ji bo qetlîama Dêrsimê lêborîn ji Kurdan dixwestin, MHP û CHP bi tundî rexne dikirin, ku digot 'ez dixwazim meseleya Kurd çareser bikim, meseleya Kurd meseleya min e' û divê vê meselê çareser bikin.”

Bayram Bozyel bal kişande ser gavên ku Erdogan li ser pirsa Kurd avêtine û got: “Eger meriv li ser heqîqetê biaxive, gavên erênî jî avêtin salên 2009 heta 2014an. Wê demê gelek êrîş jî li hember wan çêbûn. Heta Ergenekon xwest derbe jî bike. AKP rûbirûyî girtinê bû, paşê jî bi piştgiriya hêzên demokrat û bi piştgiriya Ewropayê derbas kir. Lê mixanin îro AKP bûye tiştekî din, AKP êdî di asta xwe de nemaye. Tenê birêz Erdogan maye û hevalên wî yên koalîsyonê heye, koalîsyona nijadperest ku ew jî li ser dijayetiya Kurdîtiyê hatiye avakirin.”

Li ser destwerdanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê, ku ev mijar jî di sala 2020an de ji bo Kurdistanê mijareke girîng bû, Bayram Bozyel diyar kir: “Em di vê meselê de, bi taybetî jî siyaseta wê ya li hember başûrê Kurdistanê, li hember rêveberiya başûrê Kurdistanê her tim rexne û şermezar dikin. PKK di vê meselê de bi eşkere neheq e. Di pozîsyoneke neheq de ye, ji ber ku PKK dikare weke mêvan li wir bimîne heta ku rewş li Tirkiyê asayî bibe ku vegere Tirkiyê, lê nabe ew destdirêjiya serwerî û destkeftên Herêma Kurdistanê bike û weke şirîkê Rêveberiya Herêma Kurdistanê dest deyne ser parçeyeke axa Herêma Kurdistanê.”