Li bakur û Tirkiyê 239 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 239 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Xebatkarên tendirustiyê
Xebatkarên tendirustiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 239 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 20 hezar û 881 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 31ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 14 hezar û 380 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2 hezar û 219 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 208 hezar û 652 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 22 hezar û 21 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 100 hezar û 650 kesan.