Tirkiye bombebaran kir, şervanên HSD canê xwe ji dest dan

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî belav kiriye ku di encama topbarana artêla Tirkiye û çekdarên bi ser ve gûndê Meleq ê Eyn Îsa topbaran kirin. Li vir şervanek HSD canê xwe ji dest da.

Şervanekî HSD, Rojavayê Kurdistanê, Suriye.
Şervanekî HSD, Rojavayê Kurdistanê, Suriye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama topbarana artêşa Tirkiye de li Eyn Îsa sê şervanên Hêzên Suriya Demokatîk (HSD) canê xwe ji dest dan.

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî belav kiriye ku di encama topbarana artêla Tirkiye û çekdarên bi ser ve gûndê Meleq ê Eyn Îsa topbaran kirin. Li vir şervanek HSD canê xwe ji dest da.

Herwiha gundê Fatsê yê li rojhilatê Eyn Îsa jî bombebaran kirin. Li vir jî du şervanên HSD canê xwe ji dest dan.

HSD heya niha derbarê van êrişan de çi daxûyanî nedane.