Li Hesekê teqîn.. 2 kes kuştî û 20 birîndar

Li Hesekê çekdarekî mîlîsên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîma Sûriyê ve naroncokek avête nava welatiyan, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar jî bûn.

Bajarê Hesekê
Bajarê Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê çekdarekî mîlîsên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîma Sûriyê ve narincokek avête nava welatiyan, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar jî bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, li nava bazara karkeran a bajarê Hesekê alozî di navbera milîsên Berevaniya Niştimanî û hêzeke ewlekariya Sûriyê derket û endamekî Berevaniya Niştimanî narincokek avête. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê me diyar kir, kesên birîndar ku di nava birîndaran zarok û jin jî hene û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Sûriyê ya fermî “SANA” bealv kir, li Hesekê kesek ku ji aliyê hêzên ewlejariyê ve dihat xwastin, bombeyeke destdan avêt nava welatiyan di encamê de 20 kes birîndar bûn.