Li Somalia êriş li kompaniyeke Tirkiye hat kirin.. kuştî hene

Hejmarek ji welatiyên Tirkiyê di êrîşê de hatine kuştin û birîndarkirin.

Wêneyeke arşîvî
Wêneyeke arşîvî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Somalia êriş li kompaniyeke avedankirinê ya Tirkiye hat kirin, pênc kes hatin kuştin, çar kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Somalia, Mogadîşû, êrişeke xwekujî li kompaniyeke Tirkiyeyê hat kirin.

Li gor agahiyên destpêkê, du welatiyên Tirkiyê bi giştî pênc kesan canê xwe ji dest dan û 3 welatiyên Tirkiyeyê bi giştî 14 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê da xuyakirin, kompaniya Tirkiyeyê rêya Mogadîşû û Afgoye çêdikir û êriş bi otombêleke bombekirî hatiy encamdan.