Tirkiye li hember Eyn Îsayê baregeheke nû ya serbazî ava dike
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye; Tirkiye pêgeha nû li hember bajarojê Eyn Îsayê ava dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye baregeheke nû ya serbazî li hember bajarokê Eyn Îsayê çêdike û di bombebarana derdora bajarokê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.
Nûçegihanê Kurdistan24ê yê li Kobanî ragihand; komên çekdar ên ser bi Tirkiyê gundên Hoşan û Xalidiyê yên li devera Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin. Ji ber topbaranê du kes birîndar bûn û zirarên madî jî li mal û milkên xelkê ketine.
Li aliyê din, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye; Tirkiye pêgeha nû li hember bajarojê Eyn Îsayê ava dike, ji bo vê mebestê jî dest bi kolandina xendeqan û veguhestina alavên leşkerî bo wê baregeha nû kiriye, ev jî duyem binkeya nû ya leşkerî ye, ku di van demên dawî de ava dike.
Artêşa Tirkiyê di 19ê meha borî de, yekem binkeya serbazî ya nû li gundê Temamê yê ser bi Eyn Îsayê vekir, ku tenê 2 kîlometre jui navenda bajarokê Eyn Îsayê dûr e.