Li Diyarbekirê ciwanekî hewl da xwe bikuje
Hêzên ewlekariyê ew ciwan qane kirin û nehiştin xwe biavêje.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Taxa Ofîsê ser caddeya Yaşar kemal ciwanek temenê wî derdora 25ê derket ser banê avahiyek 7 qatî û hewil da ku xwe biavêje û dawî li jyana xwe bîne. Hêzên ewlekariyê ew ciwan qane kirin û nehiştin xwe biavêje. Hat zanîn ku sedema ciwanî evîn e.
Li navçeya navendî ya Diyarbekirê li Yenîşehîrê li Taxa Ofîsê ser caddeya Yaşar Kemal ciwanek temenê wî derdora 25ê derket ser banê avahiyek 7 qatî û hewil da ku xwe biavêje û dawî li jiyana xwe bîne.
Ji ber bûyerê hêzên ewlekariyê bergiriyên ewlekariyê standin û tîmên hewarçunê jî bergirîyên xwe cîbicîkirin.
Piştî demekê hêzên ewlekariyê ciwanê hewla xwekuştinê dayî qane kirin û wî ji avahiyê anîn xwarê. Ciwan pêşiyê ji pişkinîna tendirustî derbas bû û paşê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin.
Hat zanîn ku sedema hewla xwekuştina ciwanî evîn e.
Hat amajekirin ku ciwan ji Mêrdînê hatiye Diyarbekir û xwestiye destgiriya xwe bibîne. Lê destgiriya wî daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye û dest jê berdaye.
Li ser vê yekê jî ciwanê ji Mêrdînê hatî hewla xwekuştinê daye.