SANA: Di 2020an de li Efrînê 60 kes hatin kuştin û hezar kes hatin revandin

Di heyama sala 2020an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê tawan û binpêkirinên mezin kirine.

Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama sala 2020an de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, nêzîkî 60 welatiyên sivîl li Efrînê kuştin û nêzîkî hezar kesî jî revandine.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) îro belav kir, hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di heyama sala borî de 58 welatiyên sivîl ên Efrînê bi awayên cuda kuştine. Herwiha 987 kes ku di nava wan de 92 jin hene revandine.

Li gor zanyariyên wê ajansê, grûpên çekdaran zêdetir ji 50 cihên dîrokî têk dane û perçeyên şûnwarî dizîne û li bazarên Tirkiyê firotine. Herwiha da zanîn jî, çekdaran zêdetir ji 72 hezarên zeytûnê hilkirine û birîne.

Destnîşan kir jî, bi armanca guhartina demografiya Efrînê, grûpên çekdaran bi darê zorê dest danîne ser 250 malên kurdan û xwediyên wan jê derxistine û li şûna wan malbatên çekdaran bi cih kirine.

Diyar kir jî, di heyama sala borî de 39 teqînên cuda çi bi riya otombîl û motorsîklên bombekirî yan jî bi riya bombeyên vedayî li Efrînê rû dane. Di encama wan de zêdetir ji 170 kesî hatine kuştin û birîndarkirin ku di nava wan jin û zarok hene.

Wek çalakvanên Efrînê dibêjin, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê di 20. 1. 2018an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar demografiya herêmê û nasnameya wê ya kurdî diguhêrin, cihên şûnwarî têk didin û didizin, welatiyên kurd ên resen dikujin û direvînin û dest datînin ser mal û milkên wan.