Qedexeya Rojava ji bo dema 15 rojên din hate dirêj kirin
Qedexe ji bo dema 15 rojan e û ji îro ve ketiye warê bicihkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Qedexeya sînordarkirî li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ji bo dema 15 rojên din hate dirêj kirin.
Serokatiya Hevbeş a Encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihand, qedexeya sînordarkirî ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin. Qedexe ji îro ve destpê dike û heta 19ê vê mehê berdewam dibe.
Li gor biryarên qedexeyê:
Hemû dikanên bazirganiyê û dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan heta demjimêr 5:00an vekirî dimînin. Ev biryar sûkên mezin (bazar, sûka înê, sûka yekşemê…) li xwe nagire.
Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê tên vekirin, rêbazên xweparastinê û tedbîrên tenduristiyê tên pêkanîn.
Hemû cihên olî ji bilî nimêja înê û ayîna yekşemê, tên girtin û hemû tedbîrên xweparastinê tên pêkanîn.
Kombûnên mezin wekî şahî, konên sersaxiyê, civîn, kongre tên qedexekirin.
Divê hemû welatî û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser maskan bi kar bînin û tedbîrên xweparastina kesayetî pêk bînin.